Asayîş: Di êrişa DAIŞ’ê de endamekî me û 3 sivîl şehîd bûn

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê têkildarî êrişa DAIŞ’ê daxuyaniyek da û got “Me taxa Xiwêran bi temamî dorpêç kiriye. Di êrişên çeteyên DAIŞ`ê de endamekî wan 3 sivîl şehîd bûn.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên li ser girtîgeha Xiwêran û operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ`ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên Asayîşê bi piştgiriya QSD’ê êrişên çeteyan têk birin û dest bi operasyonên lêgerînê kir.

Hat diyar kirin di encama şer û êrişên çeteyan de endamekî wan şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.

Hat gotin ji ber êrişên çeteyan 3 sivîl jî şehîd bûn.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê di dawiyê de got:

Hêzên me taxa Xiwêran bi temamî dorpêç kir.

Operasyonên me heta girtina hemû çeteyan dê berdewam bikin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê qedexeya çûnûhatinê li Hesekê ragihand

Li aliyê din jî Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê ji bo temamkirina operasyonên lêgerînê û parastina ewlehiya sivîlan, qedexeya çûn û hatinê li Hesekê ragihand.

Her wiha ji welatiyan hate xwestin dema ku tevgereke biguman di nava bajêr de bibînin agahî bidin hêzên Asayîşê.

Back to top button