Di êrişa li Şengalê de 2 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn

Dewleta Tirk a dagirker îro careke din êrişî Şengalê kir. Di êrişa hewayî de 2 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn 2 jî birîndar bûn.

Îro piştî nîvro li Şengalê balafira bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li derdora Geliyê Şilo êrîşî 2 wesayîtan kir.

Li gorî nuçeya Rojnewsê, di encama vê êrîşê de yek ji fermandarên YBŞ’ê, 2 endamên Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ên bi navê Azad Êzdîn û Enwer Tolhildan şehîd ketine 2 endamên YBŞ’ê ji birîndar bûne.

Azad Êzdîn yek ji Fermandarên YBŞ’ê ye.

Hat diyar kirin cenaze û birîndar rakirin Nexweşxaneya Sinûnê.

Tê payîn derbarê nasnameya şehîd û birîndaran de Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê daxuyaniyeke belav bike.

Back to top button