Pisporê tevgerên îslamî Munîr Edîb diyar kir ku êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Xiwêranê wû ne ya dawî be û got. “Divê Meclisa Ewlekariyê a NY pirsgirêka DAIŞ’ê bi awayekî cidî binirxîne.”
Pisporê tevgerên îslamî û terora navneteweyî Munîr Edîb diyar kir ku çend tişt hene ku bûn sedema êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Xiwêranê û got:
“armanca êrişa çeteyên DAIŞ’ê, ne rizgarkirina piraniya çeteyan e û got:
“Dibe ku armanca wan rizgarkirina 20 endamên DAIŞ’ê bû.
Ev xetereyek mezine li ser ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Ewropayê ye.
Divê Koalîsyona Navneteweyî di vî warî de li rex QSD`ê be.”
Munîr Edîb diyar kir ku divê piştgiriya QSD`ê were kirin ku rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker tê û got:
Derfetên madî, leşkerî, ewlehî û lojîstîk ên ku jê re tên pêşkêşkirin, kêm in.”