Salvegera 7. damezrandina Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê

Bi boneya 7. salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek weşand û salvegera damezrandin rêveberiyê pîroz kir. Rêveberiya Xweser got, “Em ê vê projeyê û destkeftiyên hatine bidestxistin, bixin xizmeta Sûriyeke hevgirtî û demokratîk”

Beriya 7 salan Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê hate damezrandin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek weşand û salvegera 7. a damezrandina Rêveberiya Xweser li gelê herêmê pîroz kir.

Rêveberiyê diyar kir, dirêjbûna aloziya Sûrî rûyê hemû hêz û aliyên ku bi navê xizmeta gelê Sûriyê xwe nîşan dan û li gorî berjewendiyên dewletên herêmî aloziya Sûrî bi kar anîn, eşkere kir û got,

“Van dewletan û di serî de Tirkiyê, tenê wêranî û astengkirina çareseriya aloziya Sûriyê bi xwe re anîn.

“Projeya Rêveberiya Xweser di nava vê aloziyê de projeyekî nimûne bû, li ser bingeha hevjiyana gelan hate avakirin û niha bûye modela çareseriyê.

Tevî hemû êriş û planên li dijî vê projeyê jî, Sûriyeke demokratîk û pirrengî temsîl dike.
Em ê vê xetê, rêgeza pirrengiyê û demokrasiyê berdewam bikin.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi hewldanên têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û armancên wê ên pêkanîna guhertineke demokratîk di Sûriyê de û pêkanîna aramihê hate kirin û wiha bi dawî kir:

“Projeya me projeyeke demokratîk e, xizmeta çareseriyê û hêviyên gelên Sûriyê dike.

Em ê vê projeyê û destkeftiyên ku hatine bidestxistin, bixin xizmeta Sûriyeke hevgirtî û demokratîk.”

Back to top button