Remazan Tûran ê 70 salî li girtîgeha Wanê jiyana xwe ji dest da

Zext û êşkenceyên li zîndanên dewleta Tirk her diçe zêde dibe û rewşa girtîyên nexweş jî giran dibe. Li Girtîgehê Wanê ya li Bakurê Kurdistanê, Girtiyê bi navê Remezan Tûran yê 70 salî jiyana xwe ji dest da. Li aliyê din 43 baro, rêxistinên mafê mirovan ji bo siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk û girtiyên din ên nexweş werin berdan name ji Neteweyên Yekbuyî re şandin

Li girtîgehên Tirkiyê ku bûne cihên mirinê, binpêkirinên mafan yên li dijî girtiyên nexweş dewam dikin.

Di encama êşkence û kirinên dermirovî de girtiyê bi navê Ramazan Turan yê 70 salî jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn ku Tûran krîza dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye.

Cenazeyê Turan ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Wanê.

Saziya tiba Edlî bi raporên derew nahêle girtiyên nexweş werin berdan

Girtiyên ku tevî nexweşiyên xwe yên giran nayên berdan, ji girtîgehê heta nexweşxaneyê ji aliyê hemû saziyên dewletê ve bi binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin.

Ji wan yek saziyan jî saziya bi navê Saziya Tiba Edlî (ATK) ye.

Girtiyên nexweş ku bi mirinê re rûbirû ne, ATK bi dayîna rapora ku dikare di girtîgehê de bimîne bûye hevkarê sûcên dewletê.

Hayatî Kaytan ê di lîsteya girtiyên nexweş ên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, ji ber êşkence û muamela xerab destê wî rastê ji sedî 60 pûç bûye.

Ji ber qerisînê tiliyên lingê wî yê çepê jî hemû hatine jêkirin, di bin linge wî de birînên mayînde hene û di mêjiyê wî de jî ûr heye.

Jiber Saziya Tibî ya Edlî rapora dikare di girtîgehê de bimîne Hayatî Kaytan ê nexweş nayê berdan.

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD ya Enqerê: Li herêma Anatoliya navîn 83 jê giran 231 girtiyên nexweş hene

Têkildarî binpêkirinên mafan yên li girtîgehên Tirkiyê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a şaxa Enqereyê li avahiya xwe civînek çapemiyê li dar xist û rapora bipêkirinên li girtîgehan eşkerekir.

Di raporê de hat diyar kirin, di navbera mehên cotmeh, mijdar û kanûna 2021’an e de ji 22 girtîgehan 148 serlêdanên binpêkirinên mafan ên qewimîne, hatine kirin.

Derbarê hejmara girtiyên nexweş jî hat eşkere kirin ku li Herêma Anatoliya Navîn a Tirkiyê 83 girtî jê giran herî kêm 231 girtiyên nexweş hene û 39 ji wan jin in.

Li gorî komîsyona girtîgehan di nava wan her sê mehan de li girtîgehên cuda yên Tirkiyê 7 girtiyan jiyana xwe ji dest daye.

Baro û rêxistinên mafê mirovan ji bo Aysel Tugluk û girtiyên nexweş ji ny re name şandin

Li aliyê din 43 baro, rêxistinên mafê mirovan ên Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û cîhanê ji bo siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk û girtiyên din ên nexweş werin berdan bi daxwaza lezgîn name ji komên xebatê û raportorên Neteweyên Yekbuyî re şandin.

Back to top button