Rûsya sîstema parastina esmanî ya s-400 şand Belarûsya

Rûsya amadekariya xwe ya dawî ji bo êrişeke li dijî Ûkraynayê dike. Êdî plana eniyeke din a şer ku wê li dijî Ûkrayna were bikaranîn jî zelal bû. Ew ji Belarûse. Piştî şandina leşkeran bi hinceta tetbîqata leşkerî, niha jî Moskow sîstema parastina esmanî S-400 şand Belarûsê. Wezîrê Parastinê yê Rûsya Şoygu jî got, Rêjeya çekên nûjen yên li gel artêşa Rûsya ji sedî 71 derbas kiriye.

Di navbera Rûsya û Ûkrayna de, êdî şerekî li benda demê wê mayî heye.

Rûsya hemû hewildanên xwe bi dawî kiriye û êdî li benda roja ku wê êriş bike maye.

Leşkerên Rûsya li sînorê Belarûs heta Rûsya, bi dirêjahiya sînorê bi Ûkraynayê re hatine bicihkirin.

Çek û alavên leşkerî ku Moskow qaşo bi hinceta tetbîqata leşkerî şandî Belarûsê jî li cihê wan hatin bicihkirin.

Rûsya gaveke din ya parastinê avêt û sîstema parastina esmanî jî li herêmê xurt kir.

Ji bo vê yekê, Sîstema parastina esmanî ya S-400 şand Belarûsê.

Wezareta Parastinê ya Rûsya bi daxuyaniyeke nivîskî li ser sewqiyatên leşkerî yên li herêmê pêk tînin agahî parve kir.

Wezaretê got, ji bilî S-400’an, ji bo tetbîqatê wê pergalên muşekên parastina hewayî yên “Pantsir-S” û 12 balafirên şer ên “Su-35” ji bo Belarûsê bên şandin.

Tetbîqata leşkerî ya hevpar a bi navê “Biryardariya Hevbend-2022” wê 10’ê Sibatê dest pê bike.

Rêjeya çekên modern yên gel artêşa Rûsya ji sedî 71 derbas kiriye

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Şoygu jî diyar kir ku rêjeya çekên nifşê nû di artêşa Rûsyayê de ji sedî 71 derbas bûye.

Sergey Şoygu di axaftina xwe ya bi boneya Roja Qebûlkirina Berhemên Leşkerî de got,

Di dawiya sala 2021’an de rêjeya alavên leşkerî yên nû û nûjen di Hêzên Çekdar ên Rûsyayê de ji sedî 71 derbas bûye.

Hêzên nukleerî yên stratejîk jî ji sedî 89,1 zêde bûne.

Hebûna kelûpelên leşkerî di asta ji sedî 95 de ye.

Şoygu destnîşan kir ku alavên leşkerî yên nû û nûjen bi tundî têne bikar anîn, û bikêrhatina wan di lêkolînên cihêreng ên amadebûna şer de, hatine îsbat kirin.

Duma xwe ji bo naskirina Donetsk û Lugansk re amade dike

Serokê baskê jêrîn ê Parlamentoya Rûsyayê Vyacheslav Volodin ragihand ku serokên partiyên siyasî yên di parlamentoyê de wê pêşniyara naskirina Komara Gel a Donetskê û Komara Gel a Luganskê li rojhilatê Ûkraynayê gotûbêj bikin.

Ev gotubêj wê di hefteya pêş de li parlamentoyê were nîqaşkirin.

Partiya Komunîst ji bo naskirina bi navê Komara Gel a Donetsk û Komara Gel a Lugansk ji aliyê Rûsyayê ve pêşnûmeyek pêşkêşî Dûmayê kir.

Ev herêmên ku dikevin rojhilatê Ûkrayna 2014’an ji aliyê alîgirên Rûsya ve hatibûn kontrolkirin.

Back to top button