Blinken û Lavrov bi mijara Ûkrayna civiyan

Danûstandinên dawî yên navbera bloka Rojava û Rûsya de pêk hat. Wezîrên Karên Derve yê Rûsya Lavrov û yê DYA Blinken civiyan. Di civîna weke fersendeke dawî tê binavkirin de, careke din encamek zelal derneket. Rûsya di ya xwe de israr dike û dixwaza DYA û NATO li gorî wê tev bigere. Wezîrê DYA jî careke din Moskow hişyar kir û got, Ewê cezayên tund werin ferzkirin. Gelo dibe ku ev fersenda dawî ya ji bo pêşîgirtina li şer be?

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, di çarçoveya xebatên dîplomatîk ên ku ji bo pêşîgirtina li operasyoneke leşkerî ya Rûsyayê li dijî Ûkraynayê tên kirin, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bi hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re civiya.

Civîna krîtîk a li ser pêşnûmeya peymana garantiya ewlehiyê ya ku Rûsyayê pêşkêşî DYA û NATO yê kiribû, xebatên mîsyonên dîplomatîk ên di navbera aliyan de, ewlehiya sîber û îstiqrara stratejîk, li Hotel President Wilson hat lidarxistin.

Di civînê de ji bilî Lavrov û Blinken 12 kes ji şandeyên Rûsya û Amerîkayê amade bûn.

Em ê li benda bersiva daxwaza xwe ya ji DYA bin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî civînê derket pêşiya çapemeniyê û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Sergey Lavrov got,

Amerîka hefteya bê wê bi nivîskî bersivê bide daxwazên me yên ewlehiyê.

Ez ê nebêjim ka em li ser riya rast in an na, lê em ê bikin.

Piştî ku em bersiva pirsên xwe yên nivîskî ji Amerîkayê bigrin, wê nirxandinekê bikin.”

Lavrov careke din îdia kir ku wan ne gotiye wê êrişî Ûkrayna bikin û ti armancek wan ya wiha jî nîne.

Blinken: Divê Rûsya guh bide fikarên me

Piştî Lavrov, Wezîrê Karên Derve yê DYA Blinken jî derket pêşberî çapemeniyê û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Blinken got;

“Hevdîtina me ya bi Lavrov re ne muzakere, guhdarkirina nêrînan e.

Me diyar kir ku êrîşeke muhtemel a li ser Ûkraynayê wê tavilê bersivê bibîne.

Divê Rûsya bi vekişîna leşkerên xwe ji sînorê Ûkraynayê rageşiyê kêm bike.

Rûsyayê guh da fikarên me.

Divê Rûsya jî bersivê bide fikarên me.

Divê em derbarê çalakiyên leşkerî de zelal bin.

Piraniya fikarên me girêdayî vêyekê ne.

Em ê ti carî ji prensîbên xwe yên bingehîn paşde gav navêjin.”

Blinken: Ger êriş pêk were emê li kêleka Ûkrayna rawestin

Blinken bi domdarî ev tişt anî ziman:

Eger dîplomasî hebe em ê dîplomasiyê bidomînin.

Ger li aliyê din êrîş dewam bike em ê li kêleka Ûkraynayê bisekinin.

Back to top button