Blinken li dijî Rûsya banga yekîtiyê kir

Danûstandinên dawî yên ji bo rewşa li Ûkrayna hatin kirin. Wezîrên DYA, Almanya, Fransa û Brîtanya hevdîtina xwe ya dawî pêk anîn. Wezîran gotin,
Dem Rûsya dibe mijara gotinê em hevalbend xwedî dengekê ne. Di rewşa êrişekê de ew ê bilez û biryardarî bersiv bidin. Serokê DYA Biden jî got, Ger leşkerên Rûsya derbasî sînorê Ûkrayna bibe, ev raste rast dagirkerî ye û wê Putin berdêl bide.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian û Cîgirê Wezîrê Derve yê Brîtanya James Cleverly doh li paytexta Almanya Berlînê civiyan.

Blinken û Baerbock piştî civîna çaralî civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.

Peyam û mijara sereke krîza di navbera Rûsya û Ûkraynayê de bû.

Wezîran li dijî şandina leşkerên Rûsyayê li ser sînorê Ûkraynayê, ji Rûsyayê xwestin ku “rêya diyalogê bipejirîne”, û gotin,

Li dijî her êrişeke Rûsya li hember Ûkrayna wê berdêla xwe hebe.

Blinken ku Rûsya hişyarî kir wiha got:

“Em û hevkarên xwe pir zelalin.

Eger hêzek leşkerî ya Rûsî sînorê Ûkraynayê derbas bike an kiryarên nû yên êrîşkirinê pêk bîne, em ê bi awaykî bilez, tund û yekgirtî bersiv bidin,”

Emê bi domdarî bêjin ku di rewşa êrişê de wê Rûsya berdêlên giran bide

Blinken anî ziman ku divê derbarê krîza Rûsya û Ûkraynayê “rêyên dîplomatîk” bên dîtin û got,

Ji ber krîza li ser sînorê Ûkraynayê bi sedan civîn hatin lidarxistin da ku hevalbendên NATOyê bi yekdengî biaxivin.

Ev yekîtî hêzeke ku nahêle Rûsya bigihêje me.

Ji ber em tifaqên dildar çêdikin, Rûsya hewl dide me parçe bike.”

Blinken diyar kir ku di hevdîtinên di navbera hevalbendên NATO û Rûsyayê de tiştên ku her du alî li ber çavan derbas bikin hene.

Em hemfikrin ku tekane rêya xelasbûna ji krîzê diyaloge

Wezîra Karên Derve yê Almanyayê Baerbock, biryardariya Rojava ya ji bo çareseriya siyasî dubare kir û wiha got:

“Em hemfikir in ku tekane rêya derketina ji krîzê siyasî ye û yekane rêya çareseriyê jî diyalog e.

Mixabin Rûsya bi reftarên xwe bi zimanekî cuda diaxive.

Em bi lezgînî daxwaz dikin ku Rûsya ji bo kêmkirina aloziyê gavan bavêje.

Ew ê encamên cidî hebe.”

Baerbock got:

“Ceza dema ku bibandor bin bandora herî baş dikin.

Ev tê wê wateyê ku em ê di warên aborî û darayî de cezayan ferz bikin û nîşanî cîhana derve bidin ka çi bandorek zêde heye.”

Serokê DYA Biden:
Hêzên Rûsya derbasî sînorê Ûkrayna bibin ev dagirkeriye

Ji Waşîngtonê jî helwestek hin tundir derket.

Beriya hevdîtina li ser rojeva binesaziyê ya li Koşka Spî ya bi ekîba xwe re pêk bîne, Serokê Amerîkayê Joe Biden duh di civîna çapemeniyê de gotinên xwe yên derbarê krîza Ûkraynayê de eşkere kir.

Biden got:

Ti guman tineye ku ger Rûsya êriş bike, wê Putin berdêl bide.

Eger yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê ku li herêmê kom bûne, sînorê Ûkraynayê derbas bikin, ev dagirkerî ye.”

Back to top button