Bi hezaran xwepêşandêr li Xertûmê daketin qadan

Li Sûdanê hêrsa li dijî artêşa darbekar kêm nabe. Tevî bi kuştina dehan xwepêşandêran jî doh carke din li paytext Xertûmê dengê berxwedanê bilind bû. Bi hezaran xwepêşandêr li kolanan banga rêveberiyek sivîl dubare kirin.

Tûndî û kuştina xwepêşandêran jî ne karî dawî li daxwaza Sûdaniyan bêne.

Bi hezaran Sûdanî li paytextê daketin qadan û daxwazên xwe yên rêveberiya sivîl dubare kirin.

Di xwepêşandanê de bertekên tund yên li dijî Fermandarê artêşa darbekar Ebdelfetah el Burhan hebû.

Di xwepêşandanê despêka hefteyê de, 7 xwepêşandêrêndin ji hatibûn kuştin.

Ji 25’ê Cotmeha 2021’an roja darbeyê heta niha 72 xwepêşandêr hatine kuştin.

Her wiha bêtirî 2,000 hezar jî birîndar bûne.

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku ji kesên di xwepêşandanan de hatine kuştin, 9 zarokin.

13 jî birîndar bûne.

UNICEF’ê da zanîn ku mafê zarokan hatiye binpêkirin.

Back to top button