Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku wan li gundê Basûtê yê Efrînê li dijî çeteyên artêşa Tirk çalakiyek pêk aniye.
Di encama çalakiyê de 2 çete hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parvekir:
17’ê Gulanê Hêzên Rizgariyê li gundê Basûtê yê Efrînê duh li dijî erebeyeke çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn.
Di encama çalakiyê de, erebe hatiye teqandin û 2 çeteyên koma bi navê Firqet El-Hemza hatine kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.