WHO: Li Afrîka ya ku Omicron lê hatî dîtin pêketiyên wê kêm bûye

Vîrûsa Corona ya ku bi variantên nû hebûna xwe didomîne herî dawî bi varianta Omicron belav bûbû.
Rêxistina Tendûristiyê ya Cîhanê ragihand ku li Afrîka jimara pêketî û miriyên ji ber Omicron cara yekeme ku kêm bûye.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku li Afrîkayê, ku yekem car varianta Omicron lê hat tespît kirin, di hejmara bûyeran de kêmbûnek berbiçav heye.

Yekem care ji dema derketina varianta Omicron û heta niha, jimara miriyan kêm bûye.

Di daxuyanîya ku ji aliyê WHO ve hat dayîn de hat diyarkirin ku bûyerên nû hatine tespîtkirin ji sedî 20 û mirina bi Kovîd-19ê jî ji sedî 8 kêm bûye.

Nûnerê WHO yê Afrîkayê Matshidiso Moeti jî li ser vê yekê hişyarî da û got:

Pêla Omicron 56 rojin dewam dike.

Ev yek jî li gorî pêlên derbasbûyî ya herî kine.

Lê divê disan em hişyar bin.

Li parzemînê hîna vîrûs bi awayekî zêde heye.

Ev yek jî metirsiya di dema pêş de wê pêlên nû derbikevin ji bi xwere tîne.

Tenê ji sedî 10 ê nifûsa Afrîkî bi tevahî li dijî Covid-19 derzî bikar aniye.

Back to top button