Paqijiya li peravên Perû ji ber petrolê ku çêbûyî tê tê pakkirin

Piştî teqîna volkanîk a li welatê Tonga ya Pasîfîkê ya di 15’ê Çile de, 21 peravên Perûyê ji ber rijandina petrolê qirêj bûn. Dîmenê ku ji herêmê derketine jî bandora vê qirêjiyê li ser zindiyan nîşan dide.

Li Perûya ku li peravên felaketeke jîngehê hat jiyîn, piştî tsunamiya ku li pey teqîna volkanê rû da, tankerek petrolê wergeriya.

Ji ber petrola belavî nava deryayê bûyî, rewşa awarte hat ragihandin.

Li 21 ​​peravên welêt gemarî gihaşt asta herî metirsîdar, rê li ketin û derketina peravê hat girtin.

Serok Pedro Castillo ragihand ku ji bo çareserkirina krîza jîngehê dê komîteyek bê avakirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku wê masîgirên herêmê jî tev li xebatên paqijkirina peravê bibin.

Ji malbatên ku ji ber felaketê zirar dîtine jî wê alîkariya xwarinê bê kirin.

Li aliyê din hat diyarkirin ku ekîbeke pispor a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) wê piştgiriyê bide têkoşîna li dijî qirêjiya ku ji ber petrolê çêdibe.

Zêdetirî 6,000 bermîlên neftê ji parzûngeha La Pampilla ya li Perûyê tevlî Oqyanûsa Pasîfîk bûn.

Back to top button