Ji ber helîna qeşa rojane 1,5 milyar ton av li Oqyanûsê zêde dibe

Germahiya li cîhanê dibe sedema çiyayên qeşayê yek bi yek bihele. A68 ku demekê weke çiyayê herî mezin yê qeşayê li cîhanê dihat naskirin, her roja derbas dibe hîn zêdetir dihele. Rojane, 1,5 milyar ton av li Oqyanûsê zêde dibe.

Li gor nûçeya BBCyê qeşaya A68 a ku di sala 2017’an de ji Antarktîkayê qut bûyî, bi qasî 6 hezar kîlometre çargoşe û bilindahiya wê jî nêzî 230 metre bû.

Dema ku mîqdara ava helîna ji A68 ji 1,5 milyar ton rojane derbas dibe; Ev yek bi qasî 150 qatî ava ku li tevahî Brîtanya tê xerckirine.

Hat diyarkirin ku heta niha nêzî 1 trîlyon ton ji qeşayê mezin heliyaye.

Pisporan diyar kirin ku girseya qeşayê ya girs a ku ji Antarktîkayê ber bi Atlantîka Başûr ve diçe, dikare li zozanên derdorê raweste û rêyên peydakirina bi milyonan penguîn, kuçikên avê û balînayan bigire.

Tê diyarkirin ku avên ku ji A68 ê dihelin û di nav oqyanûsê de tevdigerin, wê avahiya qata okyanûsê biguherînin û rê li ber guherînên nû yên biyolojîkî vekin.

Lêkolîner, lêkolînên xwe yên li ser bandorên hawirdorê yên gengaz ên helîna A68 didomînin.

Tê gotin, heta niha nêzî trîlyonek ton qeşa heliyaye.

Back to top button