Balafirên dewleta Tirk êrişî karwana leşkerî ya meclisa Til Temirê kir

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê jî dewam dikin. Balafirek bê mirov a dewleta Tirk wesayîteke Meclisa Til Temirê a leşkerî ku berê wê li Hesekê bû, bombebaran kir. Her wiha dagirkeran bi çekên giran êrişî navçeyên Şera, Şêrawa û Şehbayê jî kir.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe îro jî hemwextî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li Hesekê êrişî herêmê kirin.

Balafireke bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker erebeya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bomebebaran kir ku ji bo piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê li dijî şandeyên DAIŞ’ê diçû Hesekê.

Dewleta dagirker çeteyên xwe jî li ser sînorê navçeya Til Temirê zêde dike.

Dagirkeran gundên Şera, Şêrawa û Şehbayê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe gundên Meyasê û Soxankê yên navçeya Şêrawa bi fûzeyên TOW kirin hedef.

Hate ragihandin ku di encamê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê li gundê Meyasê birîndar bûn.

Her wiha duh jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe gundên herêma Şehbayê jî topbarankirin.

Di heman demê de dagirkeran gundên Eyn Deqnê, Terîf, Kefer Naya û derdora bajarokê Til Rifetê yên Şehbayê bi hawan û obusan topbaran kirin.

Dagirkeran, gundên Malikiyê, Şiwarxa, Meranaz, Kefer Antû, Îrşadiyê û Tinibê yên navçeya Şerayê bi obusan topbaran kirin.

Back to top button