Meclisa Leşkerî ya Minbicê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şervanê Meclisê Xelîl Bekê bi nasnav Xelo Reş di encama qezayê de şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê nasnameya şehîdeke xwe eşkere kir û got:

“Di tevahî têkoşîn, berxwedan û şerên rizgarkirinê de her tim serkeftin bi fedekariyên şehîd, birîndar, kedên têkoşeran di nuqteyên rûmetê de tên nivîsandin.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Bekê (Xilo Reş) di qezayekê de şehîd bû.

Xelîl Bekê yê ji Kobanê kesên yekemîn bû ku çek hilgirt û tevlî têkoşîna parastina gelê xwe bû.

Soza ji şehîdê me re ewe ku em ê li ser şopa wan bimeşin, heta pêkanîna armancên wan.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Xelo Reş bi nasnav Xelîl Bekê, 21’ê çile 2022’an li Minbicê şehîd bû.

Back to top button