Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Luqman Ehmê li hember vê êrişê banga desterdanê li Koalîsyona Navneteweyî kir.
Luqman Ehmê diyar kir ku ev plan planek hevbeş navbera DAIŞ, Hikûmeta Şamê û Tirkiyê de bû û got:
”Desthilata Şamê şaneyên terorîst bi komên berxwedana gel wesif kirin.
Piştevaniya çapemenî û lojistîkî kir da ku rewabûnekê bide wan û bi hesta welatparêziyê lîst.”
Ehmê da zanîn ku QSD’ê û hêzên Asayîşê bi hevkariya Hêzên Koalîsyonê parçeya bingehîn a ji plana hevbeş têk bir.
Di dawiyê de Luqman Ehmê bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku destwerdanê bike û nehêle bûyerên mîna van pêk werin.