LEYLA GUVEN 192 ROJ IN LI DIJÎ TECRÎDÊ LI BER XWE DIDE.. Û ROJIYA MIRINÊ YA 30 GIRTIYAN DIDOME

Berxwedana û têkoşîna li dijî tecrîdê her ku diçe mezin dibe. Berxwedana greva birçîbûnêbi pêşengtiya Leyla Guven û çalakiya rojiya mirinê ya 30 girtiyan jî li gel rewşa wan a xerab jî bi israr didome.

LEYLA GUVEN 192 ROJ IN LI DIJÎ TECRÎDÊ LI BER XWE DIDE

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîdkirina Rêber Ocalan, di roja 192’an de dewam dike.

Çalakiya koma despêkê ya girtiyên li girtîgehên Tirkiyê ku 16’ê kanûna 2018’an dest pê kiribû, di roja 154’an de didome.

Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 79’an de ye.

ROJIYA MIRINÊ YA 30 GIRTIYAN DIDOME

Rojiya mirinê ya 30 girtiyên li girtîgehên cuda dest pê kiriye jî didme.

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 18’an de li dare.

Her wiha Rojiya mirinê ya koma 2’yemîn a 15 girtiyên di 10’ê Gulanê de dest pê kir, di roja 9’emîn de ye.

Li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmanî jî şêniyê bi navê Merwan Memduh Ozdemir jî ev 5 roje di çalakiya rojiya mirinê de ye.

Leave a Reply

Back to top button