TEV-DEM: Êrişa li dijî Hesekê ne tesaduf e

TEV-DEM’ê derbarê êrişa çeteyên DAIŞ’ê yên li Hesekê daxuyaniyeke nivîskî weşand. TEV-DEM’ê diyar kir ku hêzên navneteweyî ji êrişên DAIŞ’ê re zemîn amade kirine û got, dewleta Tirk jî yekser piştgirî daye êrişan.

Şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê şeva 21’ê mehê li Hesekê bi rêya erebeyên bombebarkirî teqîn pêk anîn.

Bi van teqînan êrişî girtîgeha Xiwêran kirin, da ku terorîstên DAIŞ’ê yên di girtîgehê de birevînin û piştre ji nû ve xeteriyeke nû li ser mirovahiyê çêkin.

TEV-DEM’ê têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ’ê a daxuyaniyek da.

TEV-DEM’ê diyar kir ku ev êrişa terorîst ne tesaduf bû û got: “Bi rasthatina salvegera 4’emîn a şermezarkirina dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve û salvegera 8’emîn a ragihandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Rojava pêk hat.”

TEV-DEM’ê hevkariya dewleta Tirk ya bi DAIŞ’ê re destnîşan kir û wiha dewam kir:

TEV-DEM: Hikumeta AKP’ê çarenûsa xwe bi mayîna terora DAIŞ’ê girêdaye

“Hikumeta AKP’ê ya ku bûye piştevanê fermî ya teror û çeteyan, ji bo xwe li ser desthilatê bigire û temenê xwe dirêj bike, çarenûsa xwe bi mayîna terora DAIŞ’ê û komên çete ve girêdayî ye.

Ji lewre êrişên xwe li dijî vîna gelên herêmê û hedefgirtina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê zêde kirin.

Dewleta Tirk a dagirker di vê dawiyê de girîngiya êrişên xwe daye ser herêmên Şehba, Til Temir, Eyn Îsa, Kobanê û herî dawî jî bi rêya şaneyên terorîst êrişî girtîgeha Xiwêran a Hesekê kir ku tê de terorîst hene û mîna mayînekê li benda teqandinê ne.

TEV-DEM’ê anî ziman, dewleta Tirk dixwaze vê mayînê biteqîne da ku tevlîheviyan derxe û bi şêwazekî Rêveberiya Xweser bike hedef.

TEV-DEM: Armanca ji êrişan têk birina projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser e

Di dewamê de TEV-DEM’ê îşaret bi armancên dewleta Tirk ya ji van êrişan kir û got:

“Armanca êrişan a bi piştevaniya hikumeta Erdogan a terorîst ew e ku projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser ku xwe dispêre rêgez û pîvanên mirovî têk bibe.”

TEV-DEM’ê diyar kir bi ked û fedekariyên Asayîş û QSD’ê ev êriş û komploya dewleta Tirk hate têkbirin.

TEV-DEM’ê bêdengiya hêzên Navneteweyî ya li hemberî êrişên terorê yên DAIŞ’ê şermazar kir û carek din bangên Rêveberiya Xweser ya derbarê avakirina dadgehên navneteweyî yên ji bo darizandina çeteyan bibîrxist.

TEV-DEM’ê bang li tevahî pêkhateyên herêmê û hêzên siyasî kir ku destkeftiyên xwe biparêzin.

Back to top button