HPG’ê ragihand artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir û ji ber bombebaranê hêzên gerîla ti windayî nedane.
Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker de daxuyaniyek weşand.
HPG’ê diyar kir Artêşa Tirk a dagirker ku li hember berxwedana gerîla nikare encamê bistîne, êrîşên hewayî yên li ser qadên gerîla didomîne.
HPG’ê eşkere kir ku 16, 18 û 21’ê Çileyê herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Garê bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
Hat diyar kirin ji ber van êriş û bombebaranan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.