Dewleta Tirk bi siyaseta tecrîde girtiyan di hucreyan de dikuje

Rewşa girtiyên nexweş yên li zîndanên Tirkiyê her diçe giran dibe. Dewleta Tirk a Faşîst, tecrîd belavî hemû girtîgehan kiriye û zindan kirine qada mirinê. Komeleya Alîkariya Malbatên Girtîyan diyar kirin ku dewleta Tirk bi siyaseta tecrîde girtiyan dikuje.

Dewleta Tirk a Faşîst, tecrîda giran a li Îmraliyê belavî hemû girtîgehan kiriye.

Her ku diçe rewşa girtiyên nexweş girantir dibe, nayên dermankirin û berdan.

Yek ji van girtiyên nexweş jî Saadet Îdîn a 35 salî ye.

Saadet a ku aliyê wê yê çepê felc e, bi zehmetî hewcedariyên xwe yên rojane pêşwazî dike.

Dayika Saadet Îdîn, Aliye Îdîn (54), derbarê rewşa keça xwe de axivî û got:

“Keça min bi tena serê xwe nikare bimîne. Girtina miroveke felc ne hiqûqî ye.”

Aliye Îdîn, diyar kir bila êdî bes dilê dayikan bişewite û xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan.

Girtiyê nexweş yê bi navê Sûat Ogûz jî cezayê hetahetayî lê hatiye birrîn.

Rifat Ogûz, bavê girtiyê nexweş Sûat Ogûz e, anî ziman ku kurê wî nayê dermankirin û got

“Ev qas nexweşîn pê re hene, lê wî nabin nexweşxaneyê.”

Ogûz mirinên li girtîgehan bi bîr xist û got:

Dewleta Tirk, tecawizkar, kujer û kesên xirab hemû berdan.

Lê girtiyên nexweş ên bi mirinê re rû bi rû ne bernedan. Dewleta Tirk berpirsê van mirina ne.”

Remezan Tûran di hucreya yek kesî de dihat ragirtin

Di encama van zilm û polîtîkayên tecrîde de duh Remezan Tûran ê 70 salî ku di hucreya yek kesî ya 22 rojan tê de hat ragirtin de jiyana xwe ji dest dabû.

Cenazeyê Tûran doh li Colemêrgê hat veşartin.

Hevjîna Tûran, Xanim Tûran diyar kir ku hevjînê wê bi hêceta karantînayê di hucreya yek kesî de hatiye girtin.

Keça Tûran, Rewşan Demîrel jî diyar kir ku mirina bavê wê biguman e û dibe ku mirina wî ji birçîtî an jî ji jehrbûnê be.

Jinbira Tûran, Momê Tûran jî da zanîn ku Tûran kesekî ku ji bo gelê xwe têdikoşiya bû û got:

” Bi temenê xwe yê pîr 2 salan di girtîgehê de ma.

Remezan girêdayî gelê xwe bû wê her tim wisa jî were bîranîn.”

Mirina li gîrtîgehan şerma mirovahiyê û tirkiyê ye

Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY DER) a Wanê jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Rêveberê Komaleyê Adil Koçak daxuyanî xwend û got:

“Di nava sê mehên dawî de girtiyên jiyana xwe ji dest dan, demên gelek dirêj bûn bi awayek li dijî rûmeta mirovahiyê bi tena serê xwe diman.

Hê jî girtî jiyana xwe ji dest didin û rûmeta mirovahiyê tê binpêkirin.

Ev şerma mirovahiyê ye û Tirkiyê ye.”

Back to top button