Şervanên YPŞ’ê Azad Êzdîn û Enwer Tolhildan hatin oxirkirin

Duh di encama êrişa hewayî a dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê de şervanên YBŞ’ê Azad Êzdîn û Enwer Tolhildan şehîd bûn. Îro Şengaliyan bi merasîmekê cenazeyê her du şehîdan spartin axê. Di merasîmê de peyamên bilindkirina berxwedanê û banga beşdarbûna nava refên YBŞ-YJŞ’ê li ciwanên Êzidî hate kirin.

Duh di encama êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk de li Geliyê Şilo yek ji fermandarên YBŞ’ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enwer Tolhildan şehîd bûn.

Gelê Şengalê îro di saetên sibehê de cenazeyên her du şehîdan ji nexweşxaneya şehîdên Xanesorê girtin, birin goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan.

Li goristanê merasimek hate lidarxistin û di merasîmê de bi navê YBŞ’ê Zekî Şengalî axivî û diyar kir Şehî Azad û Şehîd Enwer ji bo parastina civaka Êzidî çek rakiribûn û bi şêwazeke fedayane xwedî li gel derketin.

Şengalî got: “Bila herkes bizane, li vê derê gelek heye, hêzek heye. Çi dibe bila bibe em ê dest ji berxwdanê bernedin. Em wekî YBŞ ji bo parastina civaka xwe amade ne.”

Li ser navê her 2 malbatên şehîdan Rojhat Qîranî jî axivî û balkişand ser kesayeta berxwedêr a her 2 şehîdan û wiha got: “Di 3’ê Tebaxa 2014’an de dema ku xiyanet li Êzidiyan hate kirin, wê demê pêşengê civaka Êzidî Azad Êzdîn berê xwe da nav refên YBŞ’ê û parastina xaka xwe kir.

Her wiha li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, Xidir Salih jî axivî û got: “Li Hesekê çeteyên DAIŞ’ê hewla reva ji girtîgehê dikin û dewleta Tirk jî li rex DAIŞ’ê êrişî ser Şengalê dike.

Em bang li hikûmeta Iraqê jî dikin, êdî bes e ev bêdengiya li hemberî dewleta Tirk.”

Di dawiyê de li ser navê TAJÊ Zozan Şengalî bang li hemû Êzidiyan kir ku rabin ser piya û ev yek got:

“Bila Êzidî ji xwe re bixebitin. Hikûmeta Iraqê nav kuçe û kolanên me tije leşker kiriye lê parastina me nake. Çiqas ji me şehîd bixin jî em ê bihêztir bibin.”

Piştî axaftinan cenazeyên her du şehîdan bi dirûşmên “Şehîd Namirin” spartin axê.

Back to top button