Kongreya “Diyaloga Kurd-Ereb” li Urdun hat li darxistin

Li paytexa Urdun Emmanê Kongreya ‘Diyaloga Bihêzkirina Pêşerojeke Hevbeş ya Kurd-Ereb’ bi tevlîbûna dehan siyasetmedarên Rojhilata Navîn hat lidarxistin. Beşdarvanên Kongreyê diyar kirin divê di navbera Kurd û Ereban di kongreyê de bal kişandin li ser girîngiya têkiliyên Kurd û Ereban.

Kongreya ‘Diyaloga Bihêzkirina Pêşerojeke Hevbeş ya Kurd-Ereb’ li paytexda Urdun Emmanê, bi tevlîbûna siyasetmedarên Ereb û Kurd yên ji Iraq, Suriye, Urdun û Lubnanê hat lidarxistin.

Kongre bi peyama Rêveberê Giştî yê Sentera Lêkolînên Siyasî yê Qudsê Erîb Rintawî destpê kir.

Di kongreyê de Cîgirê berê yê Serokwezîrê Urdunê yê karûbarên aborî Cewad Enanî axivî û got:

“Erdnîgariya Kurdan bi dirêjahiya dîrokê heye û di navbera Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê de hatiye parçekirin.

Çima ji bo Beluc, Ermeniyan û yên din dewlet heye, çima dewletek Kurdan tuneye?

Enanî da zanîn projeya ji bo gihaştina otonomiyek Kurd pêngavek giring û başe û da zanîn ew giringiyê didin vê yekê.

Rêveberê Navenda Kuluda ya ji bo lêkolînan a Iraqê Besêl Hisên jî di kongreyê de axivî û got:

“Dîrokê ziyanek giran gihandiye peywendiyên navbera Kurd û Ereban.

Di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de li ser wan lihevkirinên hatîn kirin nakokî hene.”

Besêl da zanîn divê Kurd û Ereb ji hevdu fêhm bikin da ku hemû pêkhate bikarin mafên xwe bidestbixin.

Back to top button