Jinên Şengalê: Em rê nadin Peymana 9’ê Cotmehê pêk bê

Jinên Şengalê li dijî hewldanên hikûmeta Iraqê û PDK’ê ji bo pêkanîna peymana 9’ê Cotmeha 2020’an helwest nîşan dan û gotin: ” Heta ev peyman betal bibe, em ê li ser piyan bin û nehêlin pêk were..”

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de ji aliye hikûmeta Iraqê û PDK’ê ve peymanek hat îmzakirin.

Li dijî vê peymanê ji wê rojê heta niha gelê Şengalê, bi pêşengiya jinên Êzidî her dem têdikoşin da ku pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê biparêzin.

Di demên dawî de liv û tevgera leşkerî ya hikûmeta Iraqê li Şengalê, bi hinceta ewlehî û aramiya gel tê kirin.

Her wiha dewleta Tirk gelek êrişên hewayî li dijî Şengalê pêk tîne.

Têkildarî vê mijarê jinên Şengalê bi awayekî tund helwestên xwe nîşan dan.

Emşê Şengalî da zanîn ku divê gel rabe ser piyan û axa xwe ji neyaran biparêzin.

Back to top button