QSD’ê: 5 çete hatin kuştin û gelek çek hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê encama êrişa çeteyên dewleta tirk li ser gunderwarê Eyn Îsa eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di encamê de 5 çete hatin kuştin û gelek çek hatin girtin.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Eyn Îsayê, Navenda Ragihandinê ya QSD’ê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin vê sibê çeteyên dewleta tirk a dagirker êrişî li ser gundên Mişêrfê û Cehbel ên rojhilatê navçeyê Eyn Îsayê kir û dixwestin dagir bikin.

Şervanên QSD’ê bersiva êrişan da û di encamê de 5 çete hatin kuştin û termên du çeteyan ketin destê şervanan û gelek çek û cebilxane hatin bi dest girtin.

Her wiha hate gotin ku wê Navenda Ragihandina QSD’ê dîmenê vê çalakiyê parve bike.

Back to top button