Malbatên Şehîdan: Em ê heya dawiyê piştgiriya hêzên xwe bikin

Malbatên şehîdan ên Tirbespiyê û şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê êrişa li ser girtîgeha Xiwêran û êrişên dewleta Tirk li ser herêmê û Şengalê şermezar kirin.

Malbatên şehîdan ên navçeya Tirbspiyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî destkeftiyên gelê herêmê û Rêveberiya Şengalê şermezar kir.

Hate diyar kirin ku êrişa li ser girtîgeha Sîna hewldanên vejandina DAIŞ`ê ye, û hat gotin, ev yek bi kordîneya hikûmeta Şamê û dewleta Tirk tê kirin.

Malbatan eşkere kir ku ew ê heta dawiyê piştgiriya hêzên xwe bikin.

Şêniyên wargeha Mexmûrê: Serçete Erdogan hewl dide terora DAIŞ’ê vejîne

Her wiha şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûr êrişên li ser Şengal û Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ev êrişên ku pêk tên siyaseteke ku bi destê dewleta Tirk û hêzên desthiladar tê meşandine.

Serçete Erdogan ji bo tola têkbirina DAIŞ’ê ji gelê Kurd, ji gelê Êzidî û ji Tevgera Azadiyê rake, dîsa li ser piyane.

Em ê weke gelê wargeha Mexmûrê heta dawî piştigiriya hêzên xwe bikin.”

Back to top button