DAYÎKÊN GIRTÎ: BILA HIKÛMET GAVÊN ŞÊNBER BAVÊJE

Ji bo balkişandina li ser rewşa çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê Odeya Bijîşkan a Êlihê û 32 partî û saziyan daxuyanî dan û gotin; Ji bo çalageran saniyek jî girîng e, divê daxwaza çalageran were bi cih anîn. Her wiha dayîkên girtiyan jî gotin: Dewlet bi vê siyaseta xwe hemû civak xistiye bin tecrîdê.

ODEYA BIJÎŞKAN A ÊLIHÊ: JI BO ÇALAKGERAN SANIYE JÎ GIRÎNG E

Li girtîgehên dewleta tirk a dagirker berxwedana çalageran bi îradeyek xurt didome, ji bo binkeftina vê berxwedanê dewleta faşîst serî li her rê û rêbazan dide.

Serokê Odeya Bijîşkan a Êlihê Dr. Selahattîn Ogûz, bal kişand ser rewşa tenduristiyî ya kesên li dijî tecrîda Îmraliyê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne.

Ogûz, diyar kir ku heta niha çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê hemû mudaxileyên tibbî red kirine, lê belê asta krîtîk ji zûv de derbas bûye û got:

Her çend em ji nêz ve bişopînin jî ya em dikin tenê çavdêrî ne. Çimkî li holê çalakiyeke îradî heye. Heta girtî nebêjin mudaxile bikin em nikanin mudexele bikin.

Ogûz li ser şert û mercên li girtîgeha jî axivî û diyar kir ku çalakgerên di greva birçîbûnê de hin tiştên avî yên jiyanî vedixwin. Li gor ên rojiya mirinê hinekî baştir in.

Lê belê ên di rojiya mirinê de bi tu awayî tiştên avî yên jiyanê venaxwin.

DAYÎKÊN GIRTÎ: BILA HIKÛMET GAVÊN ŞÊNBER BAVÊJE

Ji bo destekdayîna bi çalageran re her roj berxwerdana dayîkan bilindtir dibe.

Li Şaxa Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan a Tarsûsa Mêrsînê dayîkên girtiyan daxuyanî dan çapemeniyê.

Dayîkan di daxuyaniya xwe de wiha gotin:

Dewleta tirk bi vê polîtîkeya xwe hemû welet kiriye bin tecrîdê.

Lewra li Tirkiyê her tişt binketiye û lewaz bûye.

Dayikan bi siloganên “Biji berxedana zindanan” daxuyaniya xwe bi dawî kirin.

LI EDENEYÊ 32 SAZIYAN JI BO ÇALAKIYÊN GREVÊ Û ROJIYA MIRINÊ DAXUYANÎ DAN

Li Edeneyê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê, Odeya Tabîban, Baro, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê û Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger û 32 sazî û nûnerên partiyên siyasî ji bo balê bikişînin ser rojiya mirinê û grevên birçîbûn daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniya hevpar de pankarta “Ne mirin, bila jiyan bi ser keve” hat vekirin.

Leave a Reply

Back to top button