Rûsipiyên herêmê: Em li gel QSD’ê ne li dijî çeteyan û dewleta Tirk

Rûsipî û şêxeşîrên herêmê derbarê êrişên dewleta Tirk û tevgera Daiş’ê ya hewla derxistina girtiyan ji hebsa Sînaa daxuyanî dan û gotin:Em piştevaniya QSD’ê di şerê li dijî çete û Tirkiyê de dikin’

Nûnerê Desteya Rûspiyan a Eşîreyên Ereb Sabit El-Cewher bi amadebûna gelek rûsipiyên herêmê axivî û teqez kir ku hêzên leşkerî ji bo rizgarkirina avahiyên li nêzî girtîgeha Sînaa têdikoşin û şer dikin..

El-Cewher bang li saziyên civaka sivîl û hêzên navneteweyî kir ku li dijî planên dewleta Tirk bisekinin, ji ber ew piştgirê vê terorê ye..

El-Cewher anî ziman ku dewleta Tirk bi balafirên bêmirov erebeya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ya ji bo piştevaniya hêzên dor li Daiş’ê girtibûn ketibû rê kir hedef.

Li aliyekî din topbarankirina Eyn îsa nîşan dide ku dewleta Tirk destekê dide vê terorê.

Sabit El-Cewher di dawiyê de ev yek got: ” Em wek şêx û rûspiyên herêma Cizîrê bang li welatiyan dikin ku hişyar bin, ji ber şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li herêmê hene.”

Back to top button