QSD: 17 endamên hêzên me û Asayîşê ji bo pêşîgirtina li DAIŞ’ê şehîd bûn

Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand ku 17 endamên wan û Hêzên Asayîşê di şerê pêşîlêgirtina Daiş’ê de li girtîgeha Xiwêran şehîd bûn..

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê hêjmara şehîd û birîndarên li dijî girtîgeha Xiwêranê ya li Hesekê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ji êrişa dawî ya terorîsta DAIŞ’ê li dijî girtîgeha Hesekê di 20’ê Çileyê de şervanên me berxwedaniyek bêhempa di oxira parastina herêmê de raber dikin.

Şervanan bi rihê fedayî nehişt ku plana terorîstan a serwerkirina li ser girtîgehê û revandina terorîstan bi serkeve.

QSD bi serbilindî got: 17 şervanên me yên hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û dilxwazên saziyên xizmetguzarî gihaştin asta şehadetê.

Her wiha şîfaya lezgîn ji 23 şervan û karkerên sivîl ên birîndar bûne re dixwazin.

Back to top button