PYD: Dewleta Tirk bi êrişên xwe destekê dide çeteyên DAIŞ’ê

Aliyên Siyasî û saziyên Rêveberiya Xweser jî li ser van êrişan daxuyanî dan.
Di daxuyaniyan de hate gotin ku êrişên dewleta Tirk û Daiş’ê hemwextî hev ne tesadifûn û bang li civaka navnetewî hate kirin ku bi berpirsyariyên xwe rabe.

Di 20’ê çileyê de, roja salvegera 4. a êrişên dagikeriya Tirk li ser Efrînê, çeteyên DAIŞ’ê êrişî girtîgeha Sinaa a li taxa Xiwêran kirin ku derdora 5 hezar çete lê girtîne.

Ev 4 roj in şerekî giran derdora girtîgehê diqewime.

Hemwextî vê yekê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Meclisa Giştî ya PYD`ê têkildarî vê rewşê daxuyaniyek da.

PYD’ê bal kişand li ser hemwextiya êrişên dagikeriya Tirk li ser herêmê û êrişên çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Xiwêran û got, “Armanca dewleta Tirk ji êrişan ew e ku derfetê nede hêzên QSD’ê ku bersiva êrişên çeteyên DAIŞ`ê bide.”

PYD’ê diyar kir ku ew ê li kêleka hêzên QSD’ê bin ku ji bo parastina herêmê û şêniyên wê berdêlên mezin didin.

Partiya Sûriya Pêşerojê: Ev êriş komployeke dewleta Tirk û hikumeta Şamê ye

Partiya Sûriya Pêşerojê jî bi heman armancê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev êrişên hemwext komployeke dewleta Tirk û Hikûmeta Şamê ye ku bi destê çeteyên DAIŞ’ê tê pêkanîn û hat diyar kirin armanc jê têkbirina projeya Rêveberiya Xwerser e û tecrubeya demokratîk e.

Partiyê têkoşîna hêzên parastinê pîroz kir û bang li civaka navneteweyî kir zextê li dagirkeriya Tirk bike ku ji herêmê derkeve.

Kombûyîna Jinên Zenûbya bang li gelê Sûriyê kir li dijî êrişan bibin yek

Rêxistina Kombûyîna Jinên Zenûbya jî li Reqayê têkildarê vê rewşê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe ên li ser herêmê destekê dide çeteyên DAIŞ’ê ên li Xiwêran û hat diyar kirin armanca wê têkbirina QSD’ê ye ku hemû planên dagikeriya Tirk li herêmê têk bir.

Rêxistinê di dawiyê de diyar kir ku ew li kêleka hêzên parastinê ne û bang li gel Sûriyê kir ku li dijî hemû êrişên li ser herêmê bibin yek û planên êrişkaran têk bibin.

Kongra Star: Bêdengiya Civaka Navneteweyî rê li ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê vedike

Kongreya Star jî bi haman armancê daxuyaniyek da.

Kongreya Star diyar kir, civaka navneteweyî berpirsa êrişên çeteyên DAIŞ’ê ne, û bêdengiya civaka navnetewî ya li dijî pirsgirêka çeteyên DAIŞ’ê û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê şermezar kir.

Kongreya Star bang li civaka navnetewî kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne û çareseriyekê ji dosya DIAŞ’ê re bibîne.

Yekîtiya parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Civaka Navnetewî berpirsyarê van êrişan e

Yekîtiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî derbarê êrişên DAIŞ’ê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser piştgiriya dewleta Tirk a bi çeteyên DAIŞ’ê û hewldana zindîkirina wê.

Yekîtiya parêzeran da zanîn, civaka navnetewî berpirsê van êrişan e û xwst ku bi erka xwe rabe û êrişên li ser herêmê rawestîne.

Back to top button