2 sivîl ji gundê Cehbel yê Eyn Îsa şehîd bûn

Duh çeteyên dewleta Tirk êrişî rêya M4 û gundên Eyn Îsa kirin, şervanên QSD’ê jî bersiv dan.

QSD’ê raginad ku şervanên wan bersiv daye û di encamê de 5 çete hatin.

Artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî gundên Cehbel, Mişêrfê, Mielek, kampa Eyn Îsa û rêya M4 kir.

Şervanên QSD’ê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan dan û êrişê şikandin.

Hêzên Sûriya demokratîk eşkere kir ku di encama bersivdayînê de 5 çete hatin kuştin, termên du çeteyan û gelek çek û cebilxane ketin destê şervanan.

Ji ber êrişan 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 7 jî birîndar bûn”.

Navê birîndaran wiha ne:

Nebîl El-Talib (2), Rexed Elî (15), Suha Îsa El-Feyad (21) û Bera Omer Hisên (18).

Niha birîndar li nexweşxaneya Reqayê tên dermankirin.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku dewleta Tirk di van êrişan de çekên qedexekirî bi kar anî.

dîmenê birîndaran beta bidin

Back to top button