Kongreya diyaloga Erebî – Kurdî ku duh li Emanê paytexa Urdunê hat lidarxistin, bi dawî bû.
Kongre bi dirûşmeya “Ereb û Kurd.. diyalog rêya pêşeroja hevbeş e” pêk hat.
Dawiya Kongrê li ser xurtkirina têkiliya di navbera gelên Ereb û Kurd de hat tekezkirin .
Û hat piştrastkirin divê kongre û hevpeyvîn di navbera gelên ereb û kurd de pêk werin.
Duh li paytexta Urdunê Emanê Kongreya ‘Diyaloga Bihêzkirina Pêşerojeke Hevbeş a Kurd-Ereb’ pêk hat.
Bi dehan kesayetên ji Urdun, Filistîn, Misir, Lubnan, herêma Başûrê Kurdistanê û Ewropayê beşdarî kongereyê bûn.
Di kongreyê de 3 beş hatin nîqaşkirin.
Piştê wê xebatê kongr bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
Di dawxiyaniyê de wiha hat gotin :
“Di demekê de ku Rojhilata Navîn di nava şer û nakokiyan de dijî , me kongreya xwe li dar xist.
Lidarxistina kongreyê diyar dike ku armanca wê, diyalogên avakar di navbera pêkhateyên cuda yên herêmê de ye.”
Kongreyê li ser van xalan tekez kir:
Dema nakokî û pirsgirêkan de, rêbazên qanûnî û destûrî werin bikaranîn.
Diyaloga çandî di navbera gel û baweriyên li herêmê de were kirin .
Projeya neteweya demokratîk ku di avakirina pêşerojeke xweş li herêmê de esas were girtin.
Destekdayîna doza jin û wekheviya bi mêr re di hemû aliyan de.
Demokrasî, federalî û nenavendbûn misogeriya pêşxistina azad ji welat re ne.
Têkiliya di navbera gelên Ereb û Kurd de were xurtkirin .
Divê kongre û hevpeyvîn di navbera gelên ereb û kurd de werin lidarxistin.