CEMAL EBÛ CUMA: DAGIRKERIYA TIRKIYÊ JI ALOZIYA LI BABÊ SÛDÊ DIGIRE

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cuma diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê li bajarê Babê yê dagirkirî aloziyan diafirîne da ku sûde bigire. Ebû Cuma anî ziman ku wê têkoşîna xwe dewam bikin heta hemû herêmên ku Tirkiyê dagirkirine, rizgar bikin.

Li bajarê Babê ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkir nakokî di navbera çeteyên dagirkeriya Tirkiyê de ji aliyekî ve û di navbera çeteyan û malbatekê de ji aliyekî din ve zêde bûn.

Her wiha teqîn û rewşa ne aram jî li dar e.

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cuma ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Ebû Cuma di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku di herdu rojên derbasbûyî de li bajarê Babê şer di navbera malbatekê de û komên çete derket, di heman demê de rêzeteqîn rû dan di encamê de sivîlek bi navê Mustefa Şawiyê û çeteyek hatin kuştin, her wiha hejmarek kes birîndar bûn.

Ebû Cuma anî ziman ku sedema sereke ya aloziyê nakokiyên di navbera komên çete yê dagirkeriya Tirkyê de ye û got:

Aloziya li gelemperiya herêmên dagirkirî lez dide xebatên guhertina demografîk li herêmê.

Lê kesê ku sûdê ji vê aloziyê digire dewleta tirk e.

Tirkiyê li aliyekî destekê dide komên çete yên Tirkmen û li aliyekî din jî dixwaze bi hinceta ku herêmê ne ewle ye hebûna xwe mayînde bike.

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cuma axaftina xwe wiha bi dawî kir:

Meclisa Leşkerî ya Babê dê têkoşîna xwe ji bo rizgarkirina herêmên Sûriyê yên dagirkerî dewam bike.

Em bang li raya giştî ya cîhanî dikin ku sûcên li herêmên dagirkirî bibînin û li hemberî hebûna Tirkiyê li Sûriyê helwesteke nîşan bide.

Leave a Reply

Back to top button