Rûsipiyên Reqayê: Em heta dawî bi QSD’ê re ne

Li hember van êrişan rûspiyên herêmê piştiriya xwe ya bi QSD’ê re teqez dikin.
Meclisa Rûsiyan a Reqayê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ragihand û banga rêgirtina li ber van êrişan kir.
Rûspiyê eşîra El-Welîda, Hemîd El-Ferec jî Tirkiyê û hikûmeta Şamê perpirsên van êrişan dîtin û diyar kir ku armanc têkbirina armamiya li herêmê ye.

Li dijî van êriş û tevliheviya şaneyên DAIŞ’ê û aliyên girêdayî wê, rûspiyên herêmê piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re nîşan didin.

Meclisa Rûsiyan a Reqayê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ragihand û ev got:

”Hêzên leşkerî ji bo rizgarkirina avahiyên li nêzî girtîgeha Sînaa bi şeref şer dikin.

QSD’ê çete dorpêç kirine û wê derê kontrol dikin.”

Meclisê bal kişand ser êrişên Tirkiyê yên ku hemwextî êrişên DAIŞ’ê pêk tên û ev tişt anî ziman:

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê xwest ji bo piştgiriyê hêzê bişîne Hesekê.

Lê dewleta Tirk êrişî wan kir, ne tenê ev, dewleta Tirk gundên Eyn Îsa jî topbaran kirin.

Ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk destekê dide terorê.

Meclisa Rûsiyan a Reqayê bang li hêzên navneteweyî kir ku li dijî planên Tirkiyê bisekinin.

Hemîd El-Ferec: Tirkiye û hikûmeta Şamê berpirs in

Ji rûspiyên eşîra El-Welîda, Hemîd El-Ferec jî derbarê mijarê de ji ANF’ê re axivî.

Hemîd El-Ferec, dewleta Tirk û hikûmeta Şamê berpirsên êrişên DAIŞ’ê nîşan da û ev got:

”Dewleta Tirk û hikûmeta Şamê rê li ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê vedikin, her du jî berpirsên êrişan in.

Koalîsyona navneteweyî jî xwedî berpirsyarî ye, ji ber ku mijarê bi rengekî cidî nanirxîne”.

Hemîd destnîşan kir ku êriş planeke navdewletî û herêmî ye armanc jî têkbirina aramiya herêmê ye.

Dawiyê de Hemîd El-Ferec piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re nîşan da û ev bang kir:

”Divê hemû dewlet hemwelatiyên xwe yên li girtîgehên Rêveberiya Xweser werbigirin”

Back to top button