Sîham Dawûd: Israra rêjîma Sûriyê ya li ser çareseriya leşkerî wê Sûriyê parçe bike

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd diyar kir ku hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî berpirsên berdewamkirina aloziyê ne. Û hişyarî da ku israra hikumeta Şamê ya redkirina diyalogê wê welat parçe bike.

Sîham Dawûd diyar kir ku Dewletên herêmî yên dest li Sûriyê werdane di serî de dewleta Tirk a dagirker, berpirsên dewamkirina aloziya Sûriyê ne.

Sîham got :

“Her aliyek li berjewendiyên xwe digere û alozî dirêj kir.

Me ji destpêkê ve banga diyaloga Sûrî-Sûrî kir.

Lê hikuemta Şamê van bangewaziyan paşguh dike.

Em tekez dikin ku diyalog rêya yekane ya çareserkirina aloziyê ye.”

Sîham da xwyakirin ew ji bo yekitıya axa Sûriyê kar dikin, lê heger hikumeta Şamê di serhişkiya xwe û çareseriya leşkerî de bi israr e, dawiyê wê Sûriyê parçe bibe.

Sîham Dawûd piştrast kir “Divê hêzên herêmî, navneteweyî û hikumeta Şamê projeya Rêveberiya Xweser di ber çavan re derbas bikin.”

Back to top button