QSD: 13 çeteyên din hatin kuştin û 2 jî hatin girtin

Navenda ragihandina QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan vê sibehê operasyonên berfireh dan destpêkirin û tê de 13 çete hatin kuştin.

QSD’ê eşkere kir ku hêzên wan dorhêla bakur a girtîgeha Sînaa ya girtiyên DAIŞ’ê dorpêç kiriye.

Her wiha ragihand ku hêzên wan vê sibehê operasyonên berfireh dan destpêkirin û tê de 13 çeteyên din hatin kuştin.

QSD’ê got 2 çeteyên din jî hatin girtin.

17 şervanên me û yên Asayîşê di parastina ewlehiyê de şehîd bûn

Duh jî Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand di şerê dawî yê li derdora girtîgehê de, 17 şervanên wan û Hêzên Asayîşê şehîd bûn.

QSD’ê bi serbilindî got:

“17 şervanên me yên hêzên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û dilxwazên saziyên xizmetguzarî gihaştin asta şehadetê.

Û silametiyê ji 23 şervan û karkerên sivîl ên birîndar re dixwazin.”

Back to top button