Girtîgeha Hesekê..Tirkiyê êrişên xwe zêde kirin, Şam û Rûsya ji ber bersivdayîna QSD’ê ne rehet in

4 roj in, li bajarê Hesekê li dijî yek ji êrişên herî giran ên DAIŞ’ê şerekî giran heye. Yê pêşengiya vê şerî dikin QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn in. Ji bo şikandina êrişa çeteyan heta niha bi dehan şervan şehîd bûne. Di nava vê rewşa giran de rêjîma Sûrî ya ku li hemberî van êrişan yek gulle jî berneda, QSD’ê bi kirina sûcên şer tawanbar dike. Şerê ku rêjîm behsa wê dike jî li dijî çeteyên DAIŞ’ê tê kirin.

Êvara Pênşema derbasbûyî hejmarek zêde ya çeteyên DAIŞ’ê êrişî girtîgeha Xwêranê kirin.

Armanc ji vê êrişê revandina bi hezaran DAIŞ’ê yên girtî ku piraniya wan çeteyên biyanî ne.

Hê di kêliya pêşî ya êrişê de QSD’ê hemû hêzên xwe seferber kirin.

Her çendî hewldana revê ya çeteyan hatibe astengkirin jî lê şerê li herêma Xwêranê hê bi dijwarî dewam dike.

Ji bo pêşî li komkujiyên mezin were girtin, QSD’ê û Hêzên Asyîşê di vî şerî de gelek şehîd dan.

Hemwextê tevgera mezin a çeteyên DAIŞ’ê, li Rojavayê Hesekê û bi taybet derdora Til Temirê û nêzî Dirbêsiyê, dewleta Tirk jî êrişên xwe li dijî QSD’ê zêde kirin.

Li herêma Eyn Îsayê jî artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî 6 gundan kirin.

Bi vê yekê hewl dan hêza QSD’ê perçe bikin û pêşî li serkeftina berxwedana Hesekê bigrin.

Di nav rojan de ne tenê dewleta Tirk û çeteyên wê, her wiha helwesta hêzên rêjîma Sûrî jî balkêş e.

Tevî ku baregehên rêjîmê nêzî deverên êrişa DAIŞ’ê ne jî, di nava van 4 rojan de 1 gulleya çeteyan li hemberî wan nehat avêtin.

Hêzên rêjîma Sûrî jî ji bo pêşî li êrişê bigrin ji cihê xwe ne liviyan.

Bi ser de jî QSD’ê bi wê yekê tawanbar kirin ku sûcên şer dike.

Di vî warî de wezareta karê derve a desthilata Şamê daxuyaniyekê sosret da.

Wezaretê li şûna êrişa hovane a DAIŞ’ê û hewldana astengkirina komkujiyeke mezin li dijî xelkê Hesekê, QSD’ê weke berpirsiyar nîşan da.

Wezareta rêjîmê li şûna êrişên tiştên li Hesekê rûdan weke kirin binav kir û got;

Ji ber kirinên dawî, bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûn.

Berpirsê vê yekê QSD’ê û Amerîka ne.

Rêjîmê ji bîr kir ku 11 sal in ji ber êrişên wan û hêzên çeteyan, bi mîlyonan Sûrî koçber bûne û tedbîrên QSD’ê yên ji bo parastina sivîlan weke sûcê şer binav kir.

Rûsya ku hevkariya rêjîmê dike jî helwestek bi heman rengî nîşan da.

Rêveberiya Mosko ya ku bi salane bombeyan bi ser bajarên Sûrî de dibarîne, êrişa balafirên koalîsyonê li dijî deverên DAIŞ’ê weke karekî xerab pênase kir.

Back to top button