Malbatên Şehîdan: Çalakiya me dê li deverên din dewam bike

Çalakiya malbatên şehîdan a li Sêmalka duh di roja xwe ya 111’an de bi dawî bû. PDK’ê bi neradestkirina cenazeyên şehîdan rastiya xwe ji raya giştî û gelê Kurd re eşker kir. Endamê komîteya amadekar ê çalakiyê Serbel Şêxmûs got çalakiya wan dê bi rêbazên cuda dewam.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê bi armanca wergirtina cenazeyên şehîdên xwe ku di kemîna li Xelîfanê li ser destê çekdarên PDK’ê şehîdbûbûn çalakiya konvedanê di 5’ê Cotmehê de dabûn destpêkirin.

Tevî bangên aştiyane yên gel, partiyên siyasî, rêxistin û saziyên sivîl, lê PDK’ê cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nekir.

Duh çalakî di roja xwe ya 111’an de bi dawî bû. Lê dayikên şehîdan rgihandin ku wê çalakî li deverên din dewam bike.

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hisên Ubêd axivî.

Hisên Ubêd anî ziman ku Meclisa Malbatên Şehîdan biryara bidawîkirina çalakiya kon a li deriyê Sêmalkayê da û dê çalakiya xwe li deverên din berdewam bike.

Ubêd diyar kir ku komployên li dijî gelê herêmê û bûyerên dawî yên li Hesekê, berdewamiya komploya 15’ê Sibatê ne û anî ziman ku dê tevayî gelê herêmê li dijî van planan bisekine.

Hisên Ubêd di dawiyê de got:

“Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Dêrikê heta Şehbayê dê çalakiya xwe heya gihiştina encamêwê, berdewam bikin.”

Serbel Şêxmûs: Çalakiya me rûyê rast yê PDK’ê eşkere kir

Her wiha endamê komîteya amadekar ê çalakiyê Serbel Şêxmûs jî axivî û berxwedana hêzên QSD’ê ya li Hesekê silav kir û spasiya hêzên Asayîşê kir ku di 4 mehan de çalakiya konvedanê parast.

Serbel Şêxmûs diyar kir ku bi rêya vê çalakiyê xiyaneta PDK’ê eşkere bû.

Şêxmûs bang li PDK’ê kir ku divê dawî li xiyaneta xwe bîne û nebe desteka dijminê gelê Kurd û got:

“Çalakiya me dê bi rêbazên cuda berdewam bike, daxwazên çalakgeran rewa û aştiyane bûn û têkoşîna me dê dewam bike.”

Back to top button