KOMA YEKEMÎN A ROJIYA MIRINÊ 9 ROJIN LI DAR E

Berxwedana çalakiya greva birçîbûnê bi pêşengtiya Leyla Guven bi îradeyek xort didome, her wiha çalakiya Rojiya Mirinê ya koma yekem di roja 19’an de bi heman biryar û coşê li dar e

LEYLA GUVEN 192 ROJIN LI BER XEW DIDIN

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêbe Ocalan 8’ê Mijdara 2018’an li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kiri.

Çalakiya Guven di roja 192’emîn de didomme.

Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 79’emîn de berdewam dike.

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 19’emîn de dewam dike.

KOMA YEKEMÎN A ROJIYA MIRINÊ 9 ROJIN LI DAR E

Her wiha koma 2 ya çalakiya Rojiya mirinê ku 10’ê Gulanê dest pê kir, di roja 9’emîn de dewam dike.

Çalakiya Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike.

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin.

Çalakiya Sedat Akin 132

Gurbet Ektîren 123

Mahsun Şen 134

Mûrat Aksin 65.

Semra Alkan 132

Hiznî Kilinç 78

Îhsan Sinmiş 81 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Leave a Reply

Back to top button