Beşa yekemîn ya sîstema parastinê a DAY gihişt Ûkrayna

Aloziya li sînorê Ûkrayna jî dewam dike…Tevgera hêzên Rûsya û Belarûs, hikumeta Kîevê xistiye nava tirsekê..Amerîka beşa yekemîn ya alîkariya parastinê ji bo Ûkraynayê şand.Hikumeta Kîevê jî ji ber helwesta Almanya ku wê çekan ji wan re neşînin bertek nîşan da û got: Pêwiste Berlîn dest ji gavên ku cesaretê dide Rûsya berde.

Li sînorê, Ûkrayna yê bi Rûsya û Belarûsê re tevgereke zêde ya leşkerî heye.

Êdî sînorên Kîevê di bin gefa êrişa Rûsya de ne.

Di her kêliyê de, şerê ku wê Ewropa û Amerîka bêne pêşberî Rûsya dibe ku rû bide.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) jî li dijî gefên Rûsya piştgiriya ji bo Ûkrayna dewam dike.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Kîevê ragihand ku beşa yekem a alîkariya sîstema parastinê ku bi bihayê 200 milyon dolarî ye gihiştiyte Kîevê.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev alîkarî girêdanqa xurt a DYA yên li ser mafê Ûkraynayê ya ji bo xweparastinê nîşan dide.”

Sala derbasbûyî jî DYA bi bihayê 650 milyon dolar alîkarî ji bo Ûkrayna şandibû.

Ji 2014’an heta niha ev alîkarî gihiştiye, 2.7 milyar dolarî.

Serokê DYA Joe Biden beriya niha ragihandibû ku ew ê li pêşberî dagirkeriya Rûsya bo Ûkrayna bêdeng nebînin û gotibû;

Di rewşa êrişa dagirkeriyê de, tevî alîkariya tê dayîn, wê alîkarî bê zêdekirin.

Her wiha Koşka Spî jî bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku Biden civînek têkildarî aloziya di navbera Rûsya û NATO ya derbarê Ûkraynayê de pêk aniye.

Di civînê de, careke din Moskow hatiye hişyarkirin û gefa tedbîrên tûn jî hatiye xwarin.

Ev sewqiyat, piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken ya bo Kîevê pêk hat.

Wezîrê Karên Derve yê Ûkrayna Kuleba: Almanya bi neşandina çekan ji me re, cesaretê dide Rûsya

Di vê navberê de, ji Kîevê bû Berlînê bertekên tund derket.

Wezîrê Karên Derve yê Ûkraynayê Dmytro Kuleba ji Berlînê xwest ku dev ji “xerakirina yekîtiyê” û “teşwîqkirina Vladimir Putin” berde.

Kubela bal kişand ku ew ji Almanyayê “spasdar” e ji bo piştgirîya ku berê daye Ûkraynayê û got:

Daxuyaniyên dawî me xemgîn dike.

Ji ber ku ne li gorî rewşa ewlehiyê ya heyî ye.

Kuleba di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekirî de ji Almanya xwest ku cesaretê nede Rûsya.

Almanya şandina çekan bû Ûkrayna red kir

Wezîra Parastinê ya Almanyayê Christine Lambrecht îro danê sibê ragihand ku ji ber krîzê ew ê heta niha çekan neşînin Ûkraynayê.

Lambrecht got, “Divê em her tiştî bikin da ku aloziyê kêm bikin.

Di vê nuqteyê de, şandina çekan wê aniha alîkar nebe.

Li ser vê yekê di hukûmeta Alman de lihevkirinek heye.”

Back to top button