Etiyopya: Li dijî hêzên tîgrayê me planek ya tevgerê daye destpêkirin

Şerê navbera hêzên Tîgray û artêşa Etiypyayê tevî salek derbas bû jî bidawî nebûye…
Artêşa Etiyopyayê gef li Eniya Rizgariya Gelê Tigrayê xwar û got; Heta hêzên Tîgrayê neyên bidawîkirin û parêzgehên wan nekevin bin kontirolê, wê şer dewam bike.

Cîgirê Ser-erkanê Giştî yê Etiyopyayê General Abebaw Tadesse ابى بو تادسىdi hevpeyvîneke li gel kanalên dewletê got, “Berevajî daxuyaniyên berê yên hikûmetê, ew plana operasyonê li parêzgeha Tigray dikin.

Tigray beşek ji Etiyopyayê ye û tu hêz nikare rê li me bigire ku em têkevin herêmê.”

Abebaw Tadesse da zanîn ku heta ew nekevin herêmê wê şer dewam bike.

Tadesse anî ziman ku ew ê bi dijmin re danûstandinan nekin û ji gelê Etiyopyayê xwest ku nefikirn şer qediya.

Ev daxuyaniya artêşa Etiyopya di demek wisan de hat ku Amerîka û Yekîtiya Afrîkayê hewil didin aloziyê bi rêya dîplomasî dawî bikin.

Şerê navbera aliyan ku 4’ê Mijdara 2020’an dest pê kirî û bû sedema ku bêtirî 2,5 milyon kes koçber bibin.

Her wiha pêwistiya bêtirî 5 milyonî jî bi alîkariya lezgîn çêbibe.

Back to top button