Şêx û Rûsipiyên herêmê: Em heta dawiyê li pişt QSD’ê ne

Şêx û rûsipiyên herêmê diyar kirin ku ev êrişa li ser hebsa Hesekê planeke bi destê dewleta Tirk û bi rêdana Rûsiya û Rêjîmê ye. Rûsipiyan gotin: Ew heta dawiyê li gel hêzên QSD’ê û ewlehiyê ne û divê hêzên navnetewî vê dosiyê çareser bikin.

20`ê Çile çeteyên xwekuj ên DAIŞ`ê êrişî girtîgeha Xiwêran a li Hesekê kirin…

Hêzên QSD’ê û Asayişê dor li çeteyan girtin û pilana çeteyan û hêzên li pişt wan têk birin…

Rûspiyekî ji eşîra Badîna Elî El-Ebas anî ziman ku ev DAIŞ’î xeteriyeke mezin li ser herêmê û dewletên din çêdikin û ev êriş bi alîkariya dewleta Tirk a dagirker hatiye kirin..

Rûsipî Elî El-Ebas: Heta dawiyê em piştgirê QSD’ê ne

Elî El-Ebas îşaret bi xeteriya çeteyên DAIŞ`ê di demên nêz û dûr kir û bang li civata navnetewî kir ku bi erkên xwe rabin û çareyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin..

Her wiha Elî El-Ebas got: Em heta dawiyê piştgirê QSD’ê ne…

Rûsipî Cemal Hac Mensûr: Hêzên Navnetewî divê çareyekê bibînin

Rûsipiyê eşîra Omera Cemal Hac Mensûr jî bêdengiya civata û hêzên navneteweyî li hember çeteyên DAIŞ`ê rexne kir û got: “Civata navneteweyî ji erkên xwe direve. Çavên xwe ji hebûna zêde ya çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê digre û ji avakirina dadgehekê direve. Ev jî nayê qebûlkirin.”

Rûsipî Qasim Silfo: DAIŞ sivîlan ji xwe re dike mertal

Şêxê eşîra Hîzwela Qasim Hesen Zilfo jî diyar kir ku xeterî mezin e û DAIŞ sivîlan ji xwe re dike mertal…

Zilfo anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker jî bi êrişên DAIŞ`ê re ket tevgerê û armanc ew e ku komkujiyan pêk bînin û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.

Ji rûspiyên eşîra El Walîda Hemîd El Ferec jî derbarê heman mijarê de axivî û anî ziman ku hêzên derve li pişt van êrişaye…

Rûsipî Hemîd El-Ferec: Dewleta Tirk û desthilata Şamê berpirsyar in

El Ferec destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û desthilata Şamê berpirsên sereke yên êrişan e û ev yek got:

“Koalîsyona navneteweyî berpirsê serekeye ji ber mijar bi rengekî cidî negirt dest.

Vê jî rê da DAIŞ’ê ku li herêmê bi hêsanî tevbigere..

Rûsyyaê jî li deverên ku di bin kontrola rejîma Şamê de ne rê li ber çeteyan vekirin, ew derbasî bajarê Hesekê kirin.

Xwestin aramiya herêmê têk bibin û DAIŞ’ê ji nû ve birêxistin bikin.”

El Ferec di dawiyê de got ku eşîrên Ereb û pêkhateyên Bakur-Rojhilatê Sûriyê hemû bi QSD’ê re ne.

Back to top button