ŞERVANÊ QSD’Ê EHMED BIRAK LI HESEKÊ JI ALIYÊ SEDAN VE HATE OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Birak bi merasîmekê li goristana şehîd Dijwar oxir kirin.

Şervanê QSD’ê Ehmed Birak bi nasnav Birak di Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de birîndar bûbû û li nexweşxaneyê dihat dermankirin lê tevî hemû hewldanan jî şehîd bû.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şehîd ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatê Şehîdan a kantona Hesekê, QSD`ê û Meclisa Kantona Hesekê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn Roja Şehîdan li şehîd Birak pîroz kir û soza şopadina hemû şehîdan heta avakirina Sûriyeke nenavendî dan.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava slogan û tililiyên dayikan de hate oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button