Yekitiya Rewşenbîran: Em li pişta QSD’ê ne û bang li Civata Navnetewî dikin bi erka xwe rabe

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, Partiya Komunist a Kurdistanê û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxwiyaniyên cuda diyar kirin ku ew li kêlek QSD’ê ne û bang li tevahî hêzên neweteweyî kir ku piştevanê hêzên xwe bin.

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê bi daxwiyaniyekê diyar kir ku em piştgiriya xwe ji hêzên xwe re radighînin û got : “Em bang li gelê xwe û hemû hêzên neteweyî dikin ku piştevaniya hêzên xwe bikin .

Em bêdengiya hin hêzên siyasî yên kurdî li hember vê komployê li dijî hebûna kurdî şermezar dikin.”

Bi heman ermancê Partiya Komunîst a Kurdistanê jî daxuyaniyek weşand û got:

“Hevgirtina hemû pêkhateyên li herêmê , di serî de şervanên me dikarin planên bi armanca têkbirina ewlehî û îstiqrara gelên me têk bibin.”

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ev êriş şermezar kir.

Meclisê bang li civata navneteweyî kir ku li hember dosya DAIŞ`ê ya Sûriyê û herêmê bi erka xwe rabin.

Her wiha bang li gel kir ku piştgiriya QSD’ê bikin.

Back to top button