Meclisa Ciwanên Sûrya Demokratîk: Em li pişta QSD’ê ne

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk a Herêma Cizîrê jî piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan da û diyar kir ku ew amade ne li dijî terorê şer bikin.

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk a Herêma Cizîrê derbarê mijar daxwiyaniyek nivîskî weşand.

Meclisê di daxwiyaniya xwe da zanîn ku ji dema hêzên tundraw ên rêxistina DAIŞ`ê hatin belavkirin de, hewl da tirsê bixin nav pêkhateyan û got : “QSD`ê hîna jî bersivê dide van hemû êrişan.

Îro û piştî dem di ser têkbirina vê hêza tundraw re derbas bû, şaneyên veşartî êrişî girtîgeha sînaa kirin.

Di serî de Tirkiyê piştgiriya van êrişan kir.

Bi taybet ku hemwextî topbarana Eyn Îsa û Til Temir pêk hat.”

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk diyar kir ku Hikumeta Şamê jî ne dûrî van planan e.

Bi hevpeymanên derexlaqî ev plan hatine birêxistinkirin ku ji dema rêxistina DAIŞ`ê têkçûye, ev a herî xurt bû.

Lê dîsa jî li hember berxwedana QSD`ê û îradeya wan bi bin ketin.”

Meclisê di dawiyê de piştgiriya xwe ya bi hêzên QSD’ê re nîşan dan.

Back to top button