Meclisa Jinan a Bakur u Rojhilatê Sûriyê : Hêzên Navneteweyî û Tirkiye berpirsên êrişê ne

Li dijî vê tevlihevî û êrişên DAIŞ’ê daxuyanî ji gelek aliyan derketin.
Partiya Komunist a Kurdistanê û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de bang li tevahî hêzên neweteweyî hat kirin ku bi erkên xwe rabin û barê Rêvebriya Xweser sivik bikin. 

Bi heman armancê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî daxuyaniyek da.

Meclisa Jinan piştrast kir ku hêzên navneteweyî û Tirkiye berpirsên êrîşan in.

Di daxuyaniyê de Meclisa Jinan bang li civaka navneteweyî kir ku li hember dosya DAIŞ`ê ya Sûriyê û herêmê, bi erka xwe rabin.

Û bang li gel jî kir ku piştgiriya QSD’ê bikin da ku karibin van êrişên çeteyan têk bibin.

Partiya Komunîst a Kurdistanê : Hevgirtina pêkhateyên herêmê wê planên çeteyan têk bibin

Çeteyên DAIŞ’ê û şaneyên wan ên veşartî bi her awayî di nava hewildanên têkbirina aramiya herêmê de ne.

Hewldana wan a herî dawî jî, êrişkirina girtîgeha Sînaa ya li bajarê Hesekê bû.

Li dijî vê êriş bertek û bangên çareserkirina dosyaya çeteyên DAIŞ’ê li aliyên navnetewyî zêde dibin.

Partiya Komunîst a Kurdistanê bi daxuyaniyekê li dijî vê êrişa DAIŞ’ê derket û bi tundî şermezar kir.

Partiya Komunîst a Kurdistanê piştrast kir “Hevgirtina hemû pêkhateyên li herêmê û şervanên me dikarin planên dagirker û çeteyan têk bibin.”

Back to top button