Serokkomar Armen Sarkisyan istîfa kir

Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan, bi daxuyaniyeke nivîskî istîfa kir.
Armen li ser sedema istîfaya xwe jî ragihand ku li welatê wî gelek pirsgirêkên siyasî hene.

Sarkisyan diyar kir ku ne xwedî wê hêza Destûra Bingehîn e ku bikaribe pirsgirêkên navxweyî û derveyî welat çareser bike.

Û eşkere kir ku hin derdoran ew û malbata wî kirine armanc.

Sarkisyan, destnîşan kir ku ev pirsgirêk bandoreke neyênî li tenduristiya wî dikin û ev got:

“Demeke dirêj fikirîm û piştî 4 salan ji erka serokkomariyê min biryar da, ku ji peywira xwe îstifa bikim.

Ev biryar ne biryareke hestiyarî ye, di çarçoveya hizirînê de hatiye girtin.”

Serokomarê Ermenistanê Armen Sarkisyan, sala 2018’an hatibû hilbijartin û dema wî ya serokomariyê sala 2025’an de bi dawî dibû.

Back to top button