Riyad Derar: Civaka Navneteweyî berpirsa vê êrişê ye

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar jî civaka navneteweyî ji êrişa DAIŞ’ê berpirsyar dît.
Riyad Derar tekez kir divê piştî vê bûyerê civaka navneteweyî li xwe vegere û dest bi xebata darizandina van DAIŞ’iyan bike.

Derbarê êrişa çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Riyad Derar diyar kir ku êrişa li dijî girtîgehê plankirî bû û got:

“Ne pêkan e mîna vê êrişa birêxistinkirî bêyî planeke hevkar û amadekariyan were kirin.

Ez di wê baweriyê de me ku ji bo biserxistina vê êrişî pêdivî bi piştevaniyeke mezin a gelek aliyan heye.”

Riyad Derar li ser armancên vê êrişa şaneyên DAIŞ’ê jî ev tişt anî ziman:

“Dixwazin QSD’ê û hêzên Asayîşê ku girtîgehê diparêzin reş bikin û bidin nîşan dan ku ev hêz nikarin parastina herêm û girtîgehên DAIŞ’ê bikin.”

Riyad Derar piştrast kir ku heger ev DAIŞ’î ji girtîgehê birevin wê jinûve nakokî li herêmê derkevin.

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar dawiya nirxandina xwe ev got:

”Paşguhkirineke mezin ji aliyê civaka navneteweyî di mijara derengxistina dadgehkirina van çeteyan de heye.

Û ji bo piştevaniya rast a belavkirina wan li cihên girtîgehan jî paşguhkirin heye.

Ji ber ku ne pêkan e ev hejmara mezin di girtîgehekê de were kontrolkirin.

Civaka navneteweyî ji vê rewşê berpirs e.

Piştî vê bûyerê civaka navneteweyî dikare li xwe vegere û dest bi xebata darizandina van DAIŞ’iyan bike.”

Back to top button