Eta Serawî : Namzetê me yê serokkomariya Iraqê Berhem Salih e

Endamê Polîtburoya YNK’ê Eta Serawî eşkere kir ku namzetê wan ê serokomariya Iraqê Berhem Salih be.

Doh ji bo nîqaşên namzetiya serokomariyê Hevserokê YNK’ê Bafil Talabanî bi rayedar û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiya.

Piştî vê civînê îro Polîtburoya YNK’ê jî li hev civiya.

Endamê Polîtburoya YNK’ê Eta Serawî, li ser hesabê xwe yê facebookê daxuyaniyek da û got:

”Di civînê de biryarên girîng hatin girtin.

Wê namzetê me ê Serokomariya Iraqê kesek tenê be, ew jî Berhem Salih e.”

Back to top button