Azad Hisên : Divê sînor ji aliyên ku destekê didin DAIŞ’ê re were danîn

Endamê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên der barê van êrişên DAIŞ’ê de dibêje: “Di navbera gelek aliyên ku hewl didin DAIŞ’ê zindî bikin de koordîne heye”. Azad Hisên bang li welatan kir ku li dijî kesên ku piştgiriyê didin çeteyan tevbigerin. 

Azad Hisên der barê êrişên dawî yên şaneyên DAIŞ’ê de ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Azad diyar kir ku êrişên Tirkiyê û çeteyên DAIŞ’ê ji hev ne cuda ne û ev got:

“Êrişa dawî ya dewleta Tirk li ser Şengalê hemwextî êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Hesekê pêk hatin.

Ev yek jî diyar dike ku kordîneyeke xurt ji bo yek armancê heye ku DAIŞ’ê zindî bikin û planan li dijî gelên herêmê pêk bînin.”

Endamê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî hewldanên zindîkirina DAIŞ’ê ku gefê li tevahiya cîhanê dixwe, rexne kir û ev got :

“Civaka navneteweyî ji metirsiya DAIŞ’ê berpirs e. “

Back to top button