Li Mexmûrê artêşa Iraqê bircên çavdêriyê bi cih kirin

Piştî hewldana dorpêçkirina Mexmûrê ya bi têlan hat têkbirin, niha li Mexmûra jêr bircên çavdêriyê yên leşkerî hatin bicihkirin. 

27’ê kanûna 2021’ê artêşa Iraqê hewl da ku derdora Wargeha Mexmûrê têl bikin.

Li dijî vê gelê wargehê bi awayekî girseyî bertek nîşan da û rê neda.

Piştî helwesta gel hêzên arteşa Iraqê bi paşve vegeriyan.

Niha dîsa artêşa Iraqê li Mexmûra jêr bircên çavdêriyê yên leşkerî bi cih kirin.

Der barê mijarê de şandeyek ji wargehê hat avakirin û dest bi hevdîtinan hat kirin.

Li dijî bêhelwestbûna rayedarên hikumetên Bexda û Hewlêrê ji 21’ê Çileyê ve gelê wargehê ji bo parastinê kon vedan.

Back to top button